Zanist û teknolojî

Dîmena 23 galaksiyên ku 800 milyon salî ne hat kişandin

Astronoman dîmena 23 galaksiyên ku piştî Teqîna Mezin vir va 800 milyon salî ne, kişand.

İbrahim Atmaca  | 27.07.2017 - Rojanekırın : 28.07.2017
Dîmena 23 galaksiyên ku 800 milyon salî ne hat kişandin

Ankara

ANKARA

Astronoman dîmena 23 galaksiyên ku piştî Teqîna Mezin vir va 800 milyon salî ne, kişand.

Encama çavdêriyê di kovara "Astrophysical Journal" da hat weşandin. Hat gotin ku dîmen bi pêşengtiya astronom Sangeeta Malhotra û James Rhoads ku li Zanîngeha Arîzonayê wezîfedar in, bi lêkolînerên li Şîlî û Çînê ra hat kişandin.

Malhotra diyar kir ku 23 galaksiyên ku hatin keşifkirin 800 milyon salî ne.

Tê gotin ku piştî Teqîna Mezin di nav 300 milyon salan da gerdûn tarî bûye û bi hîdrojena nêtar va tije bûye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın