Dinya, Zanist û teknolojî, Çand û huner

Facebookê bi 2 milyar bikarhêneran rekor şikand

Avakarê Facebookê Zuckerberg, ragihand ku tora parvekirina civakî facebook gihîşt 2 milyar bikarhênerî.

Muhammet Kurşun  | 27.06.2017 - Rojanekırın : 29.06.2017
Facebookê bi 2 milyar bikarhêneran rekor şikand

Washington DC

WASHINGTON

Tora parvekirina civakî Facebook gihîşt 2 milyar bikarhêneran û rekor şikand.

Avakarê Facebookê û Serokê Lijneya Îcrayê (CEO) Mark Zuckerberg, li ser hesabê xwe yê şexsî yê Facebookê daxuyanî da û cih da van îfadeyan:

"Ji vê sibehê camîeya Facebookê bi awayekî resmî gihîşt 2 milyar însanî. Em di ragihandina Dinyayê de bipêş dikevin. Heydê niha werin em hemû dinyayê nêzîkî hev bikin. Ji ber ku di vê rêwîtiyê de bi we re me, ev ji bo min rûmeteke mezin e."

Li gor daxuyaniya şirketê her rojê kêmzêde 800 milyon kes li ser Facebookê pêl vebijarteka "eciband" û 175 milyon kes jî "hez kir" dikin.

Facebook teqrîben 13 sal berê hat avakirin û 5 sal berê gihîşt milyarek bikarhênerî, ev rêje derxist 2 qatî 3u gihîşt 2 milyaran.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın