Zanist û teknolojî

Kirina derewekî derî li derewan vedike

Derket holê, meriv her ku derewan dike berteka mêjî jî kêm dibe.

25.10.2016 - Rojanekırın : 01.11.2016
Kirina derewekî derî li derewan vedike

Ankara

SAN FRANCISCO

,Hat ragihandin, derewên piçûk mêjî bê hîs dike û di paşerojê da dibe ku mirov teşwîqî derewên mezintir bike.

Li gor encamên lêkolîna ku di kovara Nature Neuroscienceyê da hat weşandin, grûbek ji bo derewan ku wê qezenca şexsî bide karkirin, hat wezîfedarkirin û paşê li ser mêjiyê grûbê lêkolîn hat kirin.

Zanyarên ji zanîngehên Duke û Londrayê dema xebatê da dîtin ku merivek wexta ku cara ewil derewek kir, di mêjiyê wî da di loba amîgdalayê ku bi hestan va girêdayî ye da bi awayekî ciddî livîn çêbû.

Hat dîtin ku piştî derewa cara ewil, heke girîng bin jî amîgdala guh nade derewên din û xwe pê nawestîne ango bertekên wê kêm dibin.

Zanyaran ragihand, kêmbûna aktivîteya amîgdalayê dide nîşan dibe ku meriv di paşerojê da derewên pir mezintir bibêje.

Ji lêkolîneran Talî Sharot got ku meriv ji bo berjewendiya xwe dema ku xwe amade dike derewan bike, amîgdala bi awayê ku çarçoveya derewê sînordar bike, hesteke neyênî çêdike û wiha dewam kir: "Ji aliyekî din va, dema ku em li ser hev derewan dikin, berteka amîgdalayê kêm dibe, her ku berteka amîgdalayê kêm dibe em derewên mezintir dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın