Zanist û teknolojî

Korsanên sîber yên fidyexwaz herî zêde êrîşî Tirkiyeyê kirine

Korsanên sîber yên fidyexwaz herî zêde êrîşî Tirkiye, Japonya, Vîetnam û Hindistanê kirine.

Nihat Kavşut  | 26.06.2017 - Rojanekırın : 27.06.2017
Korsanên sîber yên fidyexwaz herî zêde êrîşî Tirkiyeyê kirine

Istanbul

ÎSTANBUL

Korsanên sîber yên fidyexwaz herî zêde êrîşî Tirkiye, Japonya, Vîetnam û Hindistanê kirine.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji rapora salane ya Kaspersky Labê hilda korsanên sîber yên fidyexwaz di heyama Nîsana 2016an û Adara 2017an da herî zêde êrîşî Tirkiyeyê kirine û hejmara kesên rastî vê êrîşê hatine jî ji sedî 7,93 ye.

Di rêzê da piştî Tirkiyeyê ji sedî 7,52 Vîetnam, ji sedî 7,06 Hindistan, ji sedî 6,62 Îtalya, ji sedî 6,25 Bangladeş û ji sedî 5,98 Japonya tê.

Di raporê da di heyama 2015-2016an da Tirkiye cî nagire, lê Bangladeş, Japonya, Îran û Îspanya ji ber rêjeya ji sedî 5 derbas kirine di lîsteyê da cî digirin.

Di nav 10 dewletên ewil da li gor rapora berê herî zêde rêjeya Japonya, Tirkiye û Vîetnamê zêde bûye.

Ivan Romashkoyê Midûrê Giştî yê Tirkiyeyê yê Kaspersky Labê der barê raporê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir êrîşên wiha zirarê didin şexs û şirketan.

Romashko diyar kir ji bo parastinê divê bername tim rojane bimînin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın