Zanist û teknolojî

Li Çînê zarokên winda bi bernameya mobîl tên dîtin

Li welêt bi saya bernameya mobîl ku bi polêsê herêmî, Radyoya Neteweyî ya Çînê, platforma çapemeniya civakî QQ û motora lêgerînê Baîdu re entegre dixebit3 , hezar û 274 zarokên winda hatin dîtin.

Ferizat Kaya  | 18.05.2017 - Rojanekırın : 18.05.2017
Li Çînê zarokên winda bi bernameya mobîl tên dîtin

Beijing

PEKÎN

Hat ragihandin ku li Çîne bi bernamaya mobîl telefonê ji hezar û 200î zêdedir zarok hatin dîtîn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Ewlehiya Giştî hat weşandin, sala çûyî bi bernameya mobîl ku di meha gulanê da hat bikaranîn, hezar û 274 zarokên ji malê reviyan an jî winda bûn, hatin dîtin û teslîmî malbatên wan hatin kirin.

Di bernameya mobîl da gava zarokek winda dibe, dema winda bûye û cihê lê winda bûye ji bikarhênerên dinê re wek mesaj diçe. Di mesajê da wêneyê zarok û agahiyên der barê zarok de cih digrin.

Ji bilî vê bernameya mobîlê bi qereqolên li herêmên cuda, Radyoya Neteweyî ya Çînê, motora lêgerînê ya welêt Baîdu û pilatformên çapemeniya civakî yên wek QQ re entegre dixebite û li herêmeke berfireh, lêgerîneke zû û pratîk dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın