Zanist û teknolojî

Li tavê teqîneke mezin çêbû

Li ser tavê ji sala 2008an heta niha bagera (teqîn) herî mezin hat tesbîtkirin.

Fatih Gazioğlu  | 07.09.2017 - Rojanekırın : 07.09.2017
Li tavê teqîneke mezin çêbû

Ankara

ANKARA

 Hat diyar kirin ku li ser tavê ji sala 2008an heta niha bagera (teqîn) herî mezin hat tesbîtkirin.

Di daxuyaniya Daîreya Feza û Esmanan ya Amerîkayê (NASA) da hat diyarkirin ku li tavê duh 2 teqînên mezin çêbûne.

Daxuyaniyê de hat gotin ku teqîna ewil di kategoriya X2,2ê ya duyemîn jî di kategoriya X9,3 de ye. Herdu teqîn jî li ser tavê cihê ku aktîf e û wekî AR 2673 tê zanîn hatine qeydkirin.

Li gor vê teqîna ku bi lerza X9,3 çêbû ji sala 2008an meha çileya paşîn heta niha wekî teqîna herî mezin hatiye qeydkirin.

NASAyê dîmenên ku ji aliyê Resadxaneya Dînamîkên Tavê hatibûn qeydkirin jî parve kirin.

Teqînen ku kategoriya Xê de çêdibin, wek teqînên herî mezin tên qebûlkirin. Reqamên li rex Xê çiqasî mezin bin şideta teqînê jî ewqasî mezin dibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın