Dinya, Aborî, Zanist û teknolojî

"Pira Çanakkaleyê ji bo armancên 2023yan gelekî girîng e"

Arslanê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê der barê Pira Çanakkaleyê ya 1915an da wiha got: "Ev proje ji bo armancên 2023yan û yên ji pey wê ra gelekî girîng e."

 | 17.03.2017 - Rojanekırın : 17.03.2017
"Pira Çanakkaleyê  ji bo armancên 2023yan gelekî girîng e" CANAKKALE_1918

Ankara

ANKARA

Ahmet Arslanê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Tirkiye di navbera Asya û Ewropayê wekî pireyekê ye û wiha dewam kir: "Ne tenê Asya û Ewropa, ji bo Balkan, Rojhilata Navîn û Qafqasan jî wisa ye. Li ser axeke girîng 3 parzemînana digihîne hev. Loma jî em li gor vê projeyan çêdikin û dikin xizmetê."

Arslan destnîşan kir Pira Çanakkaleyê ya 1915an jî perçeyekî mezin a vê armancê ye û wiha got: "Ev pire Ewropa û Asyayê digihîne hev û barê ji Ewropayê tê sivik dike. Wek mayîn ji bo Ege û Behra Sipî kurtebirek e."

Ahmet Arslan destnîşan kir bi proganadayê dibêjin "aboriya Tirkiyeyê ber bi xirabiyê va diçe û wiha dewam kir: "Bi hevkariya kamu û saziyên taybet em vê projeyê çêdikin. Ev proje ji bo armancên 2023yan û yên ji pey wê ra gelekî girîng e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın