Zanist û teknolojî

Wergera "Mîrzeyê Piçûk" gihîşt 300 zimanî

"Mîrzeyê Piçûk" a Antoine Saint-Exupery a di nav edebiyata zarokan da klasîk e, heta niha li 300 zimanî hatiye wergerandin."Mîrzeyê Piçûk" bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî jî hatiye weşandin.

08.04.2017 - Rojanekırın : 10.04.2017
Wergera "Mîrzeyê Piçûk" gihîşt 300 zimanî

Paris

PARÎS

 "Mîrzeyê Piçûk" a Antoine Saint-Exupery a di nav edebiyata zarokan da klasîk e, heta niha li 300 zimanî hatiye wergerandin.

Li gor daxuyaniya Weqfa Saint-Exuperyê berhem herî dawîn li zaravayê hassanyaya erebî hat wergerandin. Zaravayê hassanya li herêma Sehraya Fasê tê xeberdan û Exupery jî ji vê sehrayê îlham hildaye.

"Mîrzeyê Pirçûk" çîroka yekem e herî zêde hatiye wergerandin û ev hejmar gihîşt 300î.

Exupery wek pîlotekî şirketeke taybet li Sehraya Fasê xebitiye û ev werger gelek sembolîk e, lewra ji vir îlhamê wergirtiye.

"Mîrzeyê Piçûk" cara ewil di sala 1943yan da tê weşandin û heta niha ji 200 milyonî zêdetir hatiye firotin.

"Mîrzeyê Piçûk" bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî jî hatiye weşandin.

Exupery dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn da Fransa tê dagirkirin wek pîlot di artêşa DYAyê da dikeve şer. Exupery di dema sefereke xwe da 31ê tîrmeha 1944an di 44 saliya xwe da li peravên Marsîlyaya li Behra Sipî dikeve behrê û dixeniqe. Balafira Exupery sala 2000î da bi destê masîgiran tê dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.