Zanist û teknolojî

Whitsona astronota jin rekoreke din bidest xist

Dr. Peggy Whitsona astronota ji Amerîkayê ya 57 salî nasnava "kesa ji Emrîkayê ya herî zêde li fezayê maye" wergirt.

Nihat Kavşut  | 25.04.2017 - Rojanekırın : 26.04.2017
Whitsona astronota jin rekoreke din bidest xist

Istanbul

NEW YORK

Dr. Peggy Whitsona astronota ji Emrîkayê ya 57 salî nasnava "kesa ji Emrîkayê ya herî zêde li fezayê maye" wergirt.

Dr. Whitsona 534 roj li fezayê ma nasnavê Jeff Williamsê astronot yê berê herî zêde li fezayê mabû wergirt.

Nasnava "kesê herî zêde li fezayê maye" jî ya Gennady Padalkayê kozmonotê ji Rûsyayê ye. Gennady Padalkayê kozmonot 879 roj li fezayê mabû.

Dr. Whitson plan dike di meha îlonê da vegere dinyayê û tê texmînkirin Dr. Whitson 666 rojan li fezayê bimîne.

Dr. Whitsona 57 salî wek mayîn rekora "jina herî pîr ya çûye fezayê" û "astronota herî zede li fezayê meşiyaye" wergirtiye.

Dr. Whitson cara ewil di sala 2002yan da çû fezayê. Dr. Whitson di sala 2008an da bû astronota jin a yekemîn û îdareya Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (UUÎ) hilda. Dr. Whitsonê di wezîfeya xwe ya dawîn da îdareya UUÎyê ji Shane Kimbrough wergirtibû.

Donald Trumpê Serokê Emrîkayê tevî Ivanka Trumpa keça xwe li UUÎyê geriyan û bi dîtbarî bi Dr. Whitsonê ra axivîn û ew pîroz kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın