Zanist û teknolojî

Whitsona kozmonota jin piştî 288 rojan bi rekorê vegeriya dinyayê

Dr. Peggy Whitsona (57) kozmonota jin piştî 288 rojan bi hevalên xwe ra ji îstasyona fezayê veqetiya û bi kapsula Soyuzê va peyayî Qazaxistanê bû

Haydar Şahin  | 03.09.2017 - Rojanekırın : 03.09.2017
Whitsona kozmonota jin piştî 288 rojan bi rekorê vegeriya dinyayê

New York

NEW YORK

Dr. Peggy Whitsona (57) kozmonota jin piştî 288 rojan bi hevalên xwe ra ji îstasyona fezayê veqetiya û bi kapsula Soyuzê va peyayî Qazaxistanê bû.

Whitsonê 288 rojên vê wezîfeyê jî di nav da bi tevahî 665 rojan li fezayê ma û rekora "Welatiya Emrîkayê ya ku herî zêde li fezayê ma" û "jina ku herî zêde li fezayê ma" şikand.

Kozmonotê ûris Gennady Padalka 879 rojan li fezayê mabû û rekora "kesên ku herî zêde li fezayê ma" di destê wî da ye.

Bi Whitsonê ra Jack Fischerê astronotê ji Emrîkayê û Fyodor Yurchîkhînê kozmonotê ji Rûsyayê jî vegeriyan dinyayê. Hat ragihandin ku Fyodor Yurchîkhîn di 5 wezîfeyan da bi tevahî 673 rojan li fezayê maye.

Dr. Wîtsona 57 salî xwediyê rekora "jina herî pîr a ku derkete fezayê" ye û wek mayîn jina ku herî zêde li fezayê meşiya jî ew e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.