Aborî

Serokomar Erdogan: Di vejenê da hedefa me Tirkiyeya tam serbixwe ye

Mehmet Yusuf Melikoğlu, Mustafa Hatipoğlu, Koray Taşdemir  | 22.11.2024 - Rojanekırın : 22.11.2024
 Serokomar Erdogan: Di vejenê da hedefa me Tirkiyeya tam serbixwe ye

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Her çiqaş niha di erzkirina enerjiyê da qeyranek li holê nebe jî, di warê dabînkirina ewlehiya erza enerjiyê da divê mirov hertim amade be."

Serokomar Erdogan beşdarî vekirina Istabul Energy Forumê bû ku Ajansa Anadoluyê di bin banê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî da li dar dixe û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan kêfxweşiya xwe ya ji ber wê yekê anî ziman ku bi boneya foruma ku îsal cara ewil tê lidarxistin, li Stenbolê mazûvaniya beşdaran dike û got, "Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê, Stenbola me ya xweş, bajarê şaristaniyan. Ez ji dil û can spasiya Ajansa me ya Anadoluyê û Wezareta me ya Enerjiyê dikim ku em di Istabul Energy Forumê da li hev civandin."

Serkomar Erdogan got: "Bi armanca Tirkiye ya ku di enerjiyê tam serbixwe ye, bêyî îhmalkirina tu qadê, bi guhnedana fişarên pêkhateyên marjînal, em li ser rêya xwe berdewam in. Enerjî digel veguhastin û ragihandinê bi taybetî lokomotîfa pêkva geşedanê ye. Dîsa mercê sereke yê pîşesaziyê û geşeyê enerjî ye. Kî çi bêje bila bêje, em biryardar in ku enerjî jî tê da di tu warî da, welatê xwe muhtacî mixenitan nekin. Bi îzna Xwedê emê gavê paş da neavêjin."

Erdogan bal kişand ser şerê Rûsya û Ukraynayê û got, "Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da ku roja xwe ya hezaremîn li pey xwe hişt û bi taybetî di warê enerjiyê da xetereya girêdayîbûna bi derva ra nîşan da."

Serokomar Erdogan ji bo Istabul Energy Forumê got, "Ewê mijarên weke fînansmana veguhêzêna enerjiyê, erka Tirkiyeyê ya di sektora enerjiyê da, li vê derê bên raçavkirin. Her çiqaş niha di erzkirina enerjiyê da qeyranek li holê nebe jî, di warê dabînkirina ewlehiya erza enerjiyê da divê mirov hertim amade be. Di warê enerjiyê da, em pir giringiyê didin kêmkirina girêdayîbûna derva û sivikkirina fişara ku maliyeta enerjiyê xistiye ser aboriya me."

Erdogan bal kişand ser xebatên di warê keşf û hilberîna neft û xazê da û wiha pê da çû:

"Li Sehaya Xazê ya Sakaryayê, hilberîna me ya rojane derket 7 milyon metrekabî. Bi sehayên me yên din ra hilberîna me ya rojane bi giştî me derxist 8 milyon metrekabî. Li Gabara ku beriya niha, ji ber terorê me nikaribû em lêgerîna neftê bikin, niha me îmza avêtiye binê mezintirîn keşfa neftê. Keştiya me ya Oruç Reîsê, li 3 qadên di deryayên Somaliyê da, destbikar bû. Înşeleh ez hêvîdar im emê di van xebatan da mizgîniya xêrê bistînin. "Di sala 2024an da di serî da li Şirnex, Hekarî û Wanê me bi giştî 84 sondaj temam kirin. Bi vê me rezerveke bi qebareya 66 milyon bermîlî keşf kir."

Serokomar Erdogan anî ziman ku ew siyaseteke wisa pesend dikin; enerjî jî tê da di her warî da, mirov dixe navendê, zirarê nade siruştê, hesta berpirsyariyê di asta herî bilind da ye û got, "Bêyî ku qîmeta rewa ji mirov û jîngehê ra bê dayîn, gihiştina refeha aboriya kurewî, dabînkirina ewlehiya erza enerjiyê, tesîsa aştî û aramiyê di cîhanê da mimkun nîne."

Erdogan rexne li mixalefetê girt û wiha axivî:

"Seranserê 22 salan aktor guherîn, serokên giştî guherîn lêbelê êşa zikê mixalafetê bi taybetî jî ya CHPya ku dijî hemleyên me derbas nebû. Qet xweşbîniya me ji bo wan dîmenên tundiyê yên ku pêr em li parlemetoya me ya gazî bûn şahidê wan, tuneye. Girtin ser komîsyonê, di nava komîsyona ku ew bi xwe ne endamên wê ne tundî kirin, ji wan wetrê mixalefetê dikin, di nav şaşiyeke mezin da ne. Di tu serdemeke jiyana xwe ya siyasî da ku gihişt nîv sedsalekê, me serî li ber zorxwazan, eşqiyayan netewand û emê netewînin. Ew îtifaqa ku rêxistina terorê bi aparatên xwe yên siyasî ava kir û jê ra got, lihevkirina bajêr, CHPyê enfekte dike, dijehirîne û wê dike meyildarê tundiyê. Ez hêvîdar im, di zûtirîn demê da, CHP xwe ji tebîetê xwe yê, çepgiriya li qantînan, rizgar bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.