Aborî

Istanbul Energy Foruma ku dê sektora enerjiyê lê bicive dest pê kir

Başak Erkalan  | 22.11.2024 - Rojanekırın : 23.11.2024
Istanbul Energy Foruma ku dê sektora enerjiyê lê bicive dest pê kir

Istanbul

 Istanbul Energy Forum ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) di hîmayeya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî da li dar dixe, bi temaya sereke ya "Siberoja Hevpar, Armancên Hevpar" dest pê kir.

Forum ji welatên cuda mazûvaniya wezîr, nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên saziyên navneteweyî, akademîsyen, endamên çapemeniyê û karsazan dike û her wiha di forumê da beşdar dê derfeta diyaloga di asta kurewî da bi dest bixin.

Di rûniştina sereke ya forumê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz dê biaxivin.

Di Rûniştina Wezîran a bi moderatoriya Wezîr Bayraktar da Wezîrê Enerjiyê yê Azerbeycanê Parviz Shahbazov, Wezîrê Enerjiyê yê Bulgaristanê Vladimîr Malînov, Wezîrê Karên Derva û Bazirganiyê yê Macaristan Peter Szijjarto, Wezîrê Enerjiyê yê Moldovayê Victor Parlicov, Wezîrê Petrol û Xazê yê Lîbyayê Xelîfe Ebdulsadiq, Wezîra Enerjî û Madenê ya Sirbistanê Dubravka Djedovîç Handanovîç û Wezîrê Enerjiyê yê Ozbekistanê Jurabek Mirzamahmudov​​​​​​​ dê wek axêver cih bigirin.

Di forumê da ya ku li Navenda Kongreya Stenbolê tê lidarxistin, mijarên wekî armancên herêmî yên sektora enerjiyê, di pêkanîna ewlehiya erza xaza siruştî da rola Tirkiyeyê, fînansmana veguherîna enerjiyê dê bên nirxandin û her wiha ji neftê heya xaza siruştî û ji ewlehiya erzê heya geşedanên teknolojîk gelek serenav dê bên gotûbêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın