"Mihrîcana Xwarin û Çandê ya Qers-Erdexan-Îdirê" dest pê kir
Ankara
"Mihrîcana Xwarin û Çandê ya Qers-Erdexan-Îdirê ya 2024an" ya ku ji hêla Federasyona Komeleyên Qers-Erdexan-Îdirê va tê lidarxistin, dest pê kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Elîtaş di vekirina bernamê ya li Baxçeyê Gel a Paytextê da axivî.
Elîtaş destnîşan kir ku bi çalakiyên wiha va welatiyên ji çar aliyê Anadoluyê dibin yek û çandên hev nas dikin.
Mihrîcan wê heta 8ê Îlonê dewam bike.
Di mihrîcanê da xwarinên wek penêrê qaşar ê Qersê, kebaba caxê û goştê qazan yên herêma Qers, Erdexan û Îdirê tên pêşkêşkirin.