Çand û huner

Vê hefteyê 11 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 11 fîlm dikevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Abdullah Tel  | 26.04.2018 - Rojanekırın : 30.04.2018
Vê hefteyê 11 fîlm dikevin vîzyonê

Istanbul

ÎSTANBUL 

Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 11 fîlm wê li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê wê bên nîşandan.

Fîlma "Avengers: Şerê Bêserûbinî" ku Anthony Russo û Joe Russoyê birayên hev in derhênerî kirin sibê wê bikeve vîzyonê. Di fîlmê da Robert Downey, Chris Evans, Scarlett Johansson, Benedict Cumberbatch, Chris Pratt, Zoe Saldana, Tom Holland, Chris Hemsworth, Karen Gillan, Brie Larson, Elizabeth Olsen, Jeremy Renner û Sebastian Stan cih digirin.

- "Cesedên di Mala Berevajî da"

Senaryoya fîlmê ji ber pirtûka Agatha Christieyê ya bi heman navî weşiyabû hatiye derxistin. Di fîlmê da qala çîroka kuştineke ku di salên 1950yî da li Îngilistanê qewimiye tê kirin. Di fîlma ku Gilles Paquet-Brenner derhênerî kir da Christina Hendricks, Gillian Anderson, Honor Kneafsey, Glenn Close, Max Irons, Terence Stamp û Stefanie Martini di rolên sereke da dileyîzin.

- "Bi Qasî Bêhnekê Dûr"

Di fîlma ku Romain Duris û Olga Kurylenko kadroya lîstikvanan cih digirin da behsa malbatekê tê kirin. Li Parîsê erdhejek çêdibe û paşê çar aliyê bajêr di bin mijê da dimîne û malbat jî ji bo ku di nav wê aloziyê da li heyatê bimîne hewl dide.

- "Qonaxa Neletkirî"

Fîlma tirsê ya Brian O'Malley derhênerî kir da Charlotte Vega, David Bradley, Moe Dunford, Eugene Simon, Bill Milner, Deirdre O'Kane û Roisin Murphy dileyîzin.

- "Stêrk Tu Carê Namirin"

Di fîlma "Stêrk Tu Carê Namirin" da Jamie Bell, Annette Bening, Julie Walters, Stephen Graham, Vanessa Redgrave û Isabella Laughland dileyîzin û Paul McGuigan jî derhênerî kiriye.

- "Tayo otobusa Biçûk"

Fîlma anîmasyonê ya vê hefteyê bi derhêneriya Ryu Jung-Woo dikeve vîzyonê û di fîlmê da komek heval her dibînin ku ketine nav alema wesayîtên pêlîstok û li wê derê wext derbas dikin.

- "Selfî"

Fîlm ji hêla Hulya Avşarê va bi qamerayeke destan va hatiye kişandin. Derhênerî û seneryo jî aîdê Avşarê ne û di "Selfî"yê da qala jiyana xwe dike.

- "Taksim Hold'em"

Di fîlma bi cureya pêkenok û dramê ya ku Michael Onder him senaryo nivîsiye û him jî derhênerî kiriye da lîstikvanên wek Kenan Ece, Damla Sonmez, Berk Hakman, Emre Yetim, Ege Kokenli, Nezih Cihan Aksoy û Tansu Taşanlar dileyîzin.

- "Gedeyên Me"

Di fîlmê da Yakup Yavru, Ayşegul Kaygusuz, Reyhan Îlhan û Buket Tuba Guzel dileyîzin. Di fîlmê da qala du qaçaxan tê kirin ku ji bo xwe veşêrin tên gundekî û her dibînin ku di nav şerê ji bo erd tê kirin da ne.

- "Bi Tenê Xeyal Man"

Fîlma Mehmet Alî Arslan derhênerî kir û Mahmut Cevher, Perihan Savaş, Tuba Daştan, Açelya Elmas û Firat Temir dileyîzin wê cara duyemîn derkeve pêş temaşevanan.

- "Tax ya me ye, Xanî Kirê ye"

Di fîlmê da behsa komek hevalên ku ji ber bihabûna kirêyan cîranên wan bere bere ji taxê diçin û ew jî li hemberî bihabûnê serî radikin û dixwazin ku rê li vê yekê bigirin, tê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.