Dinya

Îranê îdiayên dibêjin wan hewl da ku hilbijartinên Amerîkayê hack bike, red kirin

Şerife Çetin  | 19.09.2024 - Rojanekırın : 20.09.2024
Îranê îdiayên dibêjin wan hewl da ku hilbijartinên Amerîkayê hack bike, red kirin

New York

 Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) îdia kir ku Îranê ji bo hackirina hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê hewl da û agahiyên Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump dan Demokratan. Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê ragihand ku ev îdia ne rast in û nayên qebûlkirin.

Nûnertiya Daîmî ya NYê ya Îranê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da nûçegihanê AAyê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku tu meşrûiyeteke îdiayan tuneye û ne rast in û wiha hat gotin, "Îran tevî rageşiyên navxweyî û nîqaşên hilbijartinê nabe."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, wekî berê jî hatibû gotin, tu hincet û niyetek tuneye ku Îran tevî hilbijartina Amerîkayê bibe, ew hemû îdiayên bi vî rengî red dikin.

Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku divê Amerîka bi awayekî fermî û zelal delîlên îdiayan derxe holê, îdiayên bi vî rengî ku timî tên gotin, zirarê didin îtibara Amerîkayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.