Dinya

Artêşa Îsraîlê dijî Beyrûtê êrîşa asîmanî kir

Enes Canlı  | 26.09.2024 - Rojanekırın : 27.09.2024
Artêşa Îsraîlê dijî Beyrûtê êrîşa asîmanî kir

Quds

Artêşa Îsraîlê dijî Dahiyeya li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê êrîşa asîmanî kir.

Li gor agahiyên şahidan dijî devereke Dahiyeyê sê êrîş hatin kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê hat gotin ku "Artêşa Îsraîlê niha êrîşî Beyrûtê dike."

Ji meqamên Libnanê der barê êrîşê hê tu agahî nehatiye dayîn.

Îsraîlê ragihand ku li dijî rojhilat û bakurê sînorê Libnan-Sûriyeyê êrîşên asîmanî pêk anîn

Artêşa Îsraîlê bi îdiaya "ji bo veguhestina çekan a seba Hizbullahê tê emilandin", li dijî 8 cihên li rojhilat û bakurê sînorê Libnan-Sûriyeyê êrîşên asîmanî pêk anîn.

Berdevkiya artêşa Îsraîlê îdia kir, Hizbullah sînorê Libnan-Sûriyeyê "ji bo çekan transferî Libnanê bike diemilîne" û her wiha ragihand ku balafirên şer li dijî wan cihan êrîşa asîmanî pêk anî.

Li gorî grafîka artêşa Îsraîlê parve kir, li rojhilatê sînorê Libnan-Sûriyeyê sê cih, li bakurê sînor jî pênc cihên nêzîkî hev bûn hedef.

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî bajarê Sûrê yê Libnanê da 3 kes hatin kuştin, 17 kes jî birîndar bûn

Di êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê yên dijî bajarê Sûrê yê li başûrê Libnanê da 3 kes hatin kuştin, 17 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Libnanê da hat diyarkirin, Îsraîlê li dijî gund û bajarokên bajarê Sûrê yê li başûrê Libnanê êrîşên asîmanî pêk anîn.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Sûrê Kana, Kadmus, Burc eş-Şîmalî, Hanawey û Kileyleyê bordûman kirin û di encamê da herî kêm 3 kes hatin kuştin, 17 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Katz diyar kir ku li Libnanê "agirbest wê çênebe"

- Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku li Libnanê "agirbes wê çênebe" û ew ê bi hemû hêza xwe va êrîşa dijî Hizbullahê bidomînin.

Katz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, "Li Libnanê agirbest wê çênebe. Heta ku serkeftin çênebe û şêniyên bakur di nava ewlehiyê da venegerin malên xwe, em ê li dijî Hizbullaha rêxistina terorê bi hemû hêza xwe va şer bikin."

Ji welatên Rojavayê dîplomatekî ku piştgiriyê dide teşebisa agirbesta li Libnanê, ji rojnameya Haaretzê ra axivî û daxuyaniya Katz wiha şîrove kir, "Ji bo ku zirarê bide mizakereyan, teşebiseke eşkere ye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın