Önder Beyter
03 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Serok û nûnerên partiyên siyasî yên Tirkmenan ku li bajarê Kerkûkê yê Iraqê hatin cem hev, diyar kirin ku ew dixwazin bira bi tenê hêzên federal ên Iraqê li Kerkûkê hebin.
Hemû serok û nûnerên partiyên siyasî yên Tirkmenan ku li Kerkûkê li Navenda Giştî ya Eniya Tirkmenên Iraqê di civînekê da hatin cem hev, piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê da destnîşan kirin ku çi li navenda bajarê Kerkûkê çi jî di nava sînorên parêzgeha Kerkûkê ew dixwazin bi tenê hêzên federal ên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê hebin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku divê Kerkûk, di damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê da nebe mijara bazariya siyaî û herwiha hişyarî li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demorat a Kurdistanê (PDK) hat kirin ku di damezirandina hikûmetê da Kerkûkê nekin mijara bazariyê.
Herwiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku petrola Kerkûkê carinan rastî qaçaxçîtiyê jî tê û ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê hat xwestin ku rê li bûyerên bi vî rengî bigire.
Herwisa di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo Kerkûkê çareseriya herî rast û tendurist ew e ku divê di rêvebirina bajêr da wekhevî û edalet çêbe û Tirkmen, Ereb û Kurd bi hev ra beşdarî rêveberiyê bibin.
Hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê di 16ê Cotmeha 2017an da ketibûn Kerkûkê û dawî li hebûna Pêşmerge ya li Kerkûkê anîbûn.