Abdullah Tel
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
WASHINGTON
Dîplomatê Amerîkayê Joseph Yunê ku berpirsê polîtîkaya Koreya Bakur bû ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Dîplomatê payebilind ê Amerîkayê yê ji polîtîkayên li hemberî Koreya Bakur tên meşandin, berpirsyar e hefteya pêş me wê dev ji wezîfeyê berde.
Joseph Yunê 63 salî di kanala televizyona CNNya Amerîkayê da axivî û got ku nameya îstifayê pêşkêşî Wezîrê Karên Derva Rex Tîllerson kir.
Yun got ku biryara îstifayê wî bi xwe daye û Tîllerson jî bi xemgînî "nameya îstifayê" qebûl kir.
Joseph Yun, di cotmeha sala 2016an da ji hêla Serokê berê Barack Obama va ji bo vê wezîfeyê hatibû tayînkirin.