Dinya

Fransayê ragihand, ew bi Amerîkayê ra dixebitin ku li Libnanê 21 rojan agirbesta berwext çêbe

Şerife Çetin  | 26.09.2024 - Rojanekırın : 26.09.2024
Fransayê ragihand, ew bi Amerîkayê ra dixebitin ku li Libnanê 21 rojan agirbesta berwext çêbe

New York

Wezîrê Ewropa û Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir, ew bi şirîkên xwe yên Amerîkayî ra dixibitin ku li Libnanê 21 rojan agirbesta berwext çêbe û bangî aliyan kir ku peymana wê ji wan ra were pêşkêşkirin, qebûl bikin.

Bi daxwaza Fransayê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da rûniştina ser Libnanê ya acil hat kirin û Barrot di rûniştinê da axivî.

Barrot destnîşan kir, ji bo Lijneya Giştî ya NYê ya 79emîn li New Yorkê gelek pêşeng hene, ji bo ku li Libnanê çareseriya dîplomatîk were dîtin, hatina pêşengan firsend e.

Barrot wiha got, "Meriv dikare ji şer bireve. Çareseriya dîplomatîk pêkan e."

Wezîrê Karên Derva yê Fransayê diyar kir, ew bi şirîkên xwe yên Amerîkayî ra dixibitin ku li Libnanê 21 rojan agirbesta berwext çêbe.

Barrot daxuyand, hûrguliyên peymana ku wê were pêşkêşkirin, wê di demeke nêzîk da werin parvekirin û wiha got: "Em bangî her du aliyan dikin dereng nexin û vê (peymanê) qebûl bikin."

Barrot ragihand, dawiya vê hefteyê ji bo ku bi aktorên herêmê ra hevdîtinê bike, ew ê here Beyrûtê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.