Dinya

Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê di 24 saetên dawîn da 40 kes hatin kuştin

Ömer Erdem  | 22.09.2024 - Rojanekırın : 23.09.2024
Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê di 24 saetên dawîn da 40 kes hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va didomin, di 24 saetên dawîn da 40 Filistînî hatin kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da biwarê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê 352 roj e didomin, agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li deverên cuda yên Xezeyê di 24 saetên dawîn li dijî 3 malbatan qetlîam pêk anîn û di encamê da 40 Filistînî hatin kuştin û 50 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin, li Xezeyê hejmara kesên ji 7ê Cotmehê û vir va hatin kuştin derket 41 hezar û 431ê, ya birîndaran jî derket 95 hezar û 818an.

Dîsa ew yek jî hat destnîşankirin ku hê di bin enqazan da û li devê rêyan cinaze hene, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlî, ekîbên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın