Dinya

Ji Çiqlê Zeytûnê quwet hildan, YPG/PKK ji gundê xwe qewitandin

Navenda Efrînê ji terorîstan hat xilaskirin, hin gundiyên li Babê yên ku ji vê quwet hildan jî îmkanên xwe seferber kirin û YPG/PKK ji gundên xwe derxistin.

20.03.2018 - Rojanekırın : 20.03.2018
Ji Çiqlê Zeytûnê quwet hildan, YPG/PKK ji gundê xwe qewitandin

El Bab

BAB/EZAZ

Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da navenda Efrînê ji terorîstan hat xilaskirin, hin gundiyên li Babê yên ku ji vê quwet hildan îmkanên xwe seferber kirin û YPG/PKK ji gundên xwe derxistin.

Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan xilaskirina navenda Efrînê ji bo gundiyên Ereb ên ku gundên wan bi destê YPG/PKKê hatine dagirkirin bû hêvî.

Gelê Hirbet eş Şaera gundê Baba navçeya Helebê ya ku ji vir 2 sal berê bi destê YPG/PKKa rêxistian terorî hatibû dagirkirin ji Operasyona Çiqlê Zeytûnê quwet hildan û kom bûn.

Sivîlên li gund bi sîlehên sivik va li dijî terorîstên li gundê xwe dereketin û YPG/PKK ji gundê xwe derxistin.

Ebû Mûhemedê ji gundê Hirbet eş Şaerê daxuyanî da AAyê û got, "Em ji vê derê ne. Ji bo ku gundê xwe ji PKKya cihêxwaz xilas bikin me hereket kir. Ji bo xilaskirina merivên xwe yên ji gundên di dagiriya PKKyê da em amade ne."

Ebu Mihemed wiha axivî: "Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Tirkiyeyê da destpêkirin ji bo me bû moral û motîve. Bi vî awayî me jî erdên xwe xilas kirin."

Terorîstên YPG/PKKyî di sala 2016an da ji Menbîc û Efrînê hatibûn û Xirbet eş Şaera gundê Babê dagir kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.