Dinya

Ji hikûmeta Îngilistanê îtirafa "têkiliya sînordar a bi PYD/YPGê re"

Di Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê de hat gotin ku "Têkiliyeke sînordar a hikûmeta Îngilistanê bi PYD/YPGê re heye, bi PKKê re tu têkiliya wî tune."

Elif Orhan, 1 23  | 21.04.2018 - Rojanekırın : 22.04.2018
Ji hikûmeta Îngilistanê îtirafa "têkiliya sînordar a bi PYD/YPGê re"

London

LONDON

Wezareta Karên Derve bersiva ku da rapora Komîsyona Karên Derve ya parlementoyê ya der barê tevgerên Kurdan ên li Iraq û Sûriyeyê de daxuyaniya "Têkiliyeke sînordar a hikûmeta Îngilistanê bi PYD/YPGê re heye, bi PKKê re tu têkiliya wî tune." da.

Wezaretê bersiva nivîskî da rapora bi serenava "Hewesên Kurdan û berjewendiyên Îngilistanê" ya ku ji aliyê Komîsyona Karên Derve ya Kamaraya Avamê ya şaxa jêr a parlementoya Îngilistanê weşand.

Di metna nivîsê de hat gotin ku "Em di têkiliyên xwe yên bi PYD/YPGê re de der barê her cure pêwendiyên dibe ki bi PKKê re bibin fikarên xwe tînin ziman û bangî wan dikin ku xwe ji PKKê û çalakiyên terorê dûr bixin."

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê destnîşan kir ku îdeolojiya PKK û PYD/YPGê dişibin hev û ev nirxandin kirin:

"PYD/YPG li axên di bin kontrola xwe de li gor vê îdeolojiyê teşekulên siyasî ava kirin. Der barê birêvebiriya qadên di bin kontrola PYDê de bi taybetî ji ber ku musamahayê nîşanê mixalefeta siyasî dikin û di nav saziyên birêvebirinê de cî nadin kesên din fikarên me hene."

Di metnê de hat diyarkirin ku Îngilistan geşedanên li Efrînê û bi giştî jî geşedanên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne û hat gotin ku "Îngilistan ji bo ku rageşî bê kêmkirin û sivîl bên parastin bang dike, berjewendiya meşrû ya Tirkiyeyê ya ji bo parastina sînorên xwe jî nas dike."

Di metna Wezareta Karên Derve de her wiha hat diyarkirin ku Îngilistan wek parçeyekî Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DEAŞê piştgiriya asîmanî dide Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) ên ku YPG jî tê de ye û nêrîna "Lê me wek sazî ne çek, çavkanî û ne jî teçhîzat dan HDS û YPGê."

Hat destnîşankirin ku piştgiriya asîmanî ya ku Îngilistan dide jî bi operasyonên dijî DEAŞê sînordar e.

- Yekîtiya axa Sûriyeyê

Wezareta Karên Derve da zanîn piştgiriyê didin yekîtiya axa Sûriyeyê û got ku "Îngilistan piştgiriyê nade tu îlanên otonomiyê yên yek alî."

Di metna bersivê de hat gotin ku hikûmeta Îngilistanê piştgirî dide ku axên di bin kontrola HDSê de di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya neteweyî ya ku bi serokatiya NYyê bê pêkanîn bi Sûriyeyê re ji nû ve bibe ye û nirxandina "Ev li gor teahûda navneteweyî ya eşkere ya ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê ye. Em piştgiriyê didin çareseriyeke siyasî ya ku Kurd jî di nav de mafên hemû Sûriyeyiyan diparêze."

Hat diyarkirin ku Îngilistan arîkariya mirovahiyê ya bingehîn ide axên bin kontrola HDSê de û dan zanîn ku li gel vê tu carî rasterast piştgirî nedan saziyên ku HDS an jî PYD serkêşiya wan dike.

Di metnê de hat destnîşankirin ku divê li herêmê teşekûlên birêvebiriyê yên ku nifûsa li herêmê temsîl dikin, hember mafên mirovan rêz digire û piroleya siyasî tolere dike bên pêşxistin.

Ji aliyê din ve di metnê de hat diyarkirin ku Îngilistan di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re de fikarên xwe yên der barê herekata Efrînê de tîne ziman û hat destnîşankirin ku ji ber niyeda Tirkiyeyê ya ku operasyonê ber bi Minbîcê ve fireh bike dibe ku bi hêzên Amerîkayê re bibe sedema pevçûnê dibe sedema fikaran. Hat destnîşankirin ku Îngilistan di her firsendê de ji bo kêmkirina rageşiyê û diyalogê bang dike.

- Pesna Mertala Firatê

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê pesnê Herekata Mertala Firatê ya ku Tirkiye dijî DEAŞê kir da û destnîşan kir ku li axên ku bi vê herekatên hatin paqijkirin hebûna eskerên Tirk re Hikûmeya Berwext a Sûriyeyê û mixalifên ku Sûriye piştgirî didê hatin birêvebiriyê.

Di metna wezaretê de hat gotin ku "Îngilistan ji ber piştgiriya ku Tirkiyeyê da têkoşîna Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DEAŞê kêfxweş e."

- Iraq

Di bersiva ku dan beşa Iraqê ya raporê de jî nirxandina "Îngilistan wisa bawer dike ku Herêma Kurdistana Iraqê ya hêzdar a ku di nav Iraqeke hêzdar, serkeftî û yekgirtî de cî digire ji bo îstiqrar û aboriyeke ji bo xêra her kesê rêya herî baş e."

Di metna bersivê de hat diyarkirin ku Îngilistan li Iraqê berî her tiştê girîngî dide di hilbijartinên ku dê meha gulanê de bên kirin beşdarbûna Kurdan pêk bînin û got ku "Em tehdeyê li siyasetmedarên Kurd dikin ku hem dengê xwe hem jî dengê gelê Kurd bidin bihîstin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın