Şerife Çetin
25 Îlon 2024•Rojanekirin: 26 Îlon 2024
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê di nava hefteyekê da cara duyem ji bo geşedanên li Libnanê bi rûniştina acil bicive.
Li gor agahiya ku ji Nûnertiya Daimî ya Slovenyaya Serokê Heyamê hat hildan, rûniştin wê sibê li gor saeta herêmî di 18.00î da dest pê bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres wê axaftina vekirinê bike.
Fransayê daxwaza rûniştina acil kir.
KENY di 20ê Îlonê da bi daxwaza Cezayîrê bi rûniştina acil civiyabû.