Dinya

Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir

Ji bo hilbijartinên ku wê li Iraqê di 12ê gulanê da werin kirin li HKIyê pêvajoya propagandayê duh dest pê kir

Önder Beyter  | 16.04.2018 - Rojanekırın : 17.04.2018
Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir

Arbil

HEWLÊR 

Ji bo hilbijartinên giştî yên ku wê li Iraqê di 12ê Gulana 2018an da werin kirin li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêvajoya propagandayê duh dest pê kir.

Serokê Ofîsa HKIyê ya Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê Mazin Ebdilqadir di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku pêvajoya propagandaya hilbijartina giştî ya Iraqê pêr li tevahiya Iraqê, duh jî li HKIyê dest pê kir.

Ebdilqadir bal kişand ku di çarçoveya telîmatên Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê da mafê hemû namzedan heye ku propagandayê bikin û wiha dewam kir, "Di propagandaya hilbijartinê da ji bo ku binpêkirin çênebin, me çend komîsyon ava kirin. Ev komîsyon wê binpêkirinan rapor bikin."

- Di hilbijartinan da seba bajarên HKIyê 46 kursî hatin terxankirin

Ebdilqadir diyar kir ku di hilbijartinên giştî yên Iraqê da ji 329 kursiyan jê 46 kursî pişka HKIyê ye ku 18 jê yê Silêmaniyê, 16 jê yê Hewlêrê û 12 jê jî yê Duhokê ne.

Ebdilqadir destnîşan kir ku li HKIyê bi tevahî 25 lîste ku 19 jê partiyên siyasî, 4 jê hevpeyman û 2 jê jî serbixwe ne, beşdarî hilbijartinan bûn û wiha dewam kir, "Li hersê bajarên HKIyê 357 jê mêr, 146 jê jin bi tevahî 503 namzed hene."

- Li HKIyê ji 3 milyonî zêdetir kes wê dengê xwe bide

Ebdilqadir diyar kir ku li HKIyê mafê dengdayînê yê 3 milyon û 144 hezar û 730 dengdêrî heye û wiha got, "Ji bo dengdêrên li HKIyê bi tevahî wê 173 navendên sandoqê werin damezirandin. Ji van 79 jê li Silêmaniyê, 53 jê li Hewlêrê û 41 jê jî li Duhokê wê werin damezinrandin."

Ji bo hilbijartinên giştî yên ku wê li Iraqê di 12ê gulanê da bi rê va biçin, 7 hezar û 376 namzed di pêşbaziyê da ne. Li Iraqa ku nifûsê wê 37 milyon e, 24 milyon dengdêr hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.