Dinya

Mehmetçik li Efrînê baregeha rêxistina terorê dît

Di xebatên lêgerîn û teqîbatê yên li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji terorîstan hat paqijkirin da avahiyeke ku rêxistina terorê wekî baregeh bi kar aniye hat dîtin.

23.03.2018 - Rojanekırın : 24.03.2018
Mehmetçik li Efrînê baregeha rêxistina terorê dît

Ankara

EFRÎN

Di xebatên lêgerîn û teqîbatê yên li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji terorîstan hat paqijkirin da avahiyeke ku rêxistina terorê wekî baregeh bi kar aniye hat dîtin. Di kaseya li avahiyê da unîformayên rêxistina terorê hatin dîtin. Vê jî nîşan da ku beriya Artêşa Tirkiyeyê têkeve Efrînê terorîstan unîformayên xwe veşartine û revîne.

Odeya civînê, wêneya serokê rêxistina terorê ya li dîwêr dardakirî û wêneyên terorîstên hatine berterefkirin bal kişandin.

Tê gotin ku payebilindên rêxistinê baregeha ku terorîst dema revîne tê da teqemenî bi cî kirine bi kar dianîn, di binê avahiyê da jî çapxane hat dîtin.

Di çapxaneyê da weşanên rêxistinê hatin dîtin, di pirtûkên ku ji xwendekarên dibistana seretayî ra hatine amadekirin da jî nivîsên pesnê rêxistinê didin û wêneyên terorîstan cî digrin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.