Netanyahu got ku dê biryara girtinê ya ku DCNyê der heqê wî da daye nas nekin
Ankara
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got ku dê biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) ya ku der heqê wî û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da daye nas nekin.
Netanyahu di daxuyaniya xwe ya bi dîmen da biryara DCNyê rexne kir.
Netanyahu îdia kir ku biryara DCNyê "yekalî" ye û îdia kir ku mehkemeyê dijî wî û Gallant "sûcên xeyalî îsnad" kir.
Netanyahu der barê Kerîm Xanê Serdozgerê DCNyê û dadgeran da îdia avêtin holê û got ku biryara navborî nas nakin û dê nas nekin.
DCN ji ber sûcên şer ên li Xeta Xezeyê hatin kirin û sûcûn dijî mirovahiyê der heqê Netanyahu û Gallant da biryara girtinê dabû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.