Haydar Şahin
05 Gulan 2020•Rojanekirin: 05 Gulan 2020
SANAya ajansa xeberan rejima Esed îdia kir ku teyareyên şer ên Îsraîlê li Sîfîreya navçeya Helebê bi şev ji hewayê êrîşî "Navenda Lêkolînê" ya ji bo armacên eskerî dihat xebitandin xistin.
Di xeberê da wiha hat gotin: "Teyareyên şer ên dijminan hin depoyên me yên eskerî yên li Sîfîreyê xistin hedef. Sîstema me ya parastina hewayê bi fuzeyan bersiv dan. Li ser zirara piştî êrîşê dixebitin."
Di xeberê da hat gotin ku di dema êrîşê da teyareyên şer erdê Sûriyeyê bi kar anîn.
Tê zanîn ku li Sîfîreya fabirqeya Wezareta Parastinê lê cî digre xêncî yekeyên artêşa rejimê komên terorîst ên di bin fermana Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da jî hene.
Îsraîlê ji bo êrîşê hê daxuyaniyek nedaye.