Dinya

Serokdewletê Filistînê Ebas: "Hikûmeta Îsraîlê dijî gelê Libnanê sûcê komkujiyê dike"

Gülşen Topçu  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 27.09.2024
Serokdewletê Filistînê Ebas: "Hikûmeta Îsraîlê dijî gelê Libnanê sûcê komkujiyê dike"

Istanbul

Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas got ku Îsraîl dijî gelê Libnanê komkujiyê dike.

Ebas li Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) axivî û got ku "Sûcên ku Îsraîl li Xeze û Şerîaya Rojava dike rawestînin, kuştina jin û zarokan, komkujiyê û çekên ji Îsraîlê ra tên şandin rawestînin. Ev dînîtî nikare dewam bike."

Ebas spasiya aktîvîstên piştgiriyê didin Filistînê kir û got ku "Em Amerîka ê welatên Rojavayê jî di nav da minetdarê her kesê ne ku ji bo piştgiriya Filistînê xwepêşandan li dar xistin. Em minetdarê aktîvîstên ku jiyana xwe xistin nav xetereyê û hatin Filistînê ne. Ez bi vê wesîleyê Ayşenur Ezgî Eygiya welatiya Tirkiye-Amerîkayê bi rehmet bi bîr tînim. Gelê Filistînê dê sekna Ayşenur Xanima ku artêşa dagirker a Îsraîlê ew şehîd kir ji bîr neke."

- Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Katz diyar kir ku li Libnanê "agirbest wê çênebe"

Ji aliyeki din, Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku li Libnanê "agirbes wê çênebe" û ew ê bi hemû hêza xwe va êrîşa dijî Hizbullahê bidomînin.

Katz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, "Li Libnanê agirbest wê çênebe. Heta ku serkeftin çênebe û şêniyên bakur di nava ewlehiyê da venegerin malên xwe, em ê li dijî Hizbullaha rêxistina terorê bi hemû hêza xwe va şer bikin."

Ji welatên Rojavayê dîplomatekî ku piştgiriyê dide teşebisa agirbesta li Libnanê, ji rojnameya Haaretzê ra axivî û daxuyaniya Katz wiha şîrove kir, "Ji bo ku zirarê bide mizakereyan, teşebiseke eşkere ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.