Dinya

Serokdewletê Rûsyayê Putîn: "Em ê ceribandina pergalên çekan ên nû bidomînin"

Dmitri Chirciu  | 22.11.2024 - Rojanekırın : 22.11.2024
Serokdewletê Rûsyayê Putîn: "Em ê ceribandina pergalên çekan ên nû bidomînin"

Moskova

Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn diyar kir ku dê ceribandina pergalên çekan ên nû bidomînin û got ku "Bi vî awayî em ê bibin xwediyê komên çekan ên menzîl dûr û navîn."

Li gor daxuyaniya Qesra Kremlînê Putîn bi birêvebiriya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, nûnerên pîşesaziya eskerî û hilberînênerên pergalên fuzeyê ra civiya.

Putîn di civînê da axivî û diyar kur ku Rûsyayê duh dema ku êrîşê yek ji tesîsên kompleksa pîşesazî û eskerî ya Ukraynayê kir di şertên şer da fuzeya balîstîk a bi navê "Oreşnîk" a ku bi ekîpmanên hîpersonîk ên ku ne nukleerin va hatiye arastin bi serkeftî ceriband.

Putîn bal kişand ku Rûsya îro bi tehdîdên nû ra rû bi rû ye û got ku "Ji ber vê yekê xebatên ji bo pêşxistina çekên bi vî awayî ji bo welatê me xwedî girîngiyeke heyatî ye. Pergala çekê ya ku duh hat ceribandin garantora saxlem a desthilatdarî û yekîtiya axa Rûsyayê ye. Li dinyayê tu kes xwedî çekeke manendê vê nîne. Îro li dinyayê amûreke ku li ber vê fuzeyê li ber xwe bide û pêşî lê bigire tune. Em ê ceribandina pergalên çekan ên nû bidomînin."

Serok Putîn ku dê xelata dewletê bidin hilberînerên pergala "Oreşnîkê".

- "Oreşnîka dikere hedefên bi mezinahiya Ewropayê bide"

Sergey Karakayevê Serfermandarê Hêzên Fuzeyên Stratejîk a Rûsyayê yê ku beşdarî civînê bibû jî diyar kir ku li dinyayê pergalên manendî fuzeya "Oreşnîk"ê tune û nirxandina "Teçhîzata fuzeyê tenat dide ku pergalên fuzeyê yên niha û pêşerojê da derbas bike. Ev çek li gor peywir û mesafeyê dikare hedeên bi mezinahiya Ewropayp bixe." kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.