Haydar Karaalp
08 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2021
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî digel heyeta eskerî û ewlekariyê ya pilebilind bi awayekî surprîz Mexmûra li ser Mûsilê ziyaret kir.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Serokwezîr Kazimî digel Wezîrê Parastinê Cûma Înad, Sererkan Ebdulemîr Yarallah, Alîkarê Fermandarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemarî û her wiha heyeta eskerî û ewlekariyê ya pilebilind a din bi rêya asîmanî pêşiyê çû Hewlêrê, ji wir jî derbasî Mexmûra li ser Mûsilê bû.
Cilûbergên rengtarî yên Kazimî û Wezîrê Parastinê Înad yên mîna unîformaya eskerî bal kişandin.
Kazimî yekîneyên eskerî yên li Mexmûrê ziyaret kirin, li vir axaftinek kir û wiha got, "Ji bo domandina têkoşîna dijî terora DEAŞê, planên ewlekariyê divê jinûva ji ber çav ra werin derbaskirin."
Kazimî li Mexmûrê her wisa digel peywirdarên pilebilind ên hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ra jî hat cem hev.
- Li dijî DEAŞê operasyon hat destpêkirin
Di vê navberê da bi ziyareta Kazimî ra bi awayekî hevdem hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî rêxistina terorê DEAŞê operasyona hevbeş dan destpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Pêşmerge da wiha hat gotin, "Ji Qeretepe û Germesorê yên li ser Diyaleyê hêzên Pêşmerge ji du eniyan va tevî Fermandariya Operasyona Hevbeş ji bo berterefkirina hêlîn û tehdîda rêxistina terorê DEAŞê operasyon da destpêkirin."