Dinya

Serokê berê yê DYAyê Trump li qada ku hewla kuştina wî hatibû kirin wê dîsa mitîngê li dar bixe

Murat Karadağ  | 26.09.2024 - Rojanekırın : 26.09.2024
Serokê berê yê DYAyê Trump li qada ku hewla kuştina wî hatibû kirin wê dîsa mitîngê li dar bixe

Ankara

ANKARA (AA) - Serokê berê yê DYAyê û namzêdê Komarxwazan ê serokatiyê Donald Trump, li herêma Butlera eyaleta Pensilvanyayê, li qada ku 14ê Tîrmehê hewla kuştina wî hatibû kirin ewê dîsa beşdarî mitînga hilbijartinê bibe.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya li ser malpera înternetê ya fermî ya kampanyaya hilbijartinê ya Trump, namzêdê Komarxwaz ewê dîsa li qada ku hewla kuştina wî hatibû kirin mitîngê li dar bixe.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Serok Donald Trump ewê ji bo mitîngê vegere herêma Butlera eyaleta Pensilvanyayê, qada ku hindik mabû lê canê xwe ji dest bide."

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di mîtînga 13ê Tîrmehê da dema ji kursiyê bangî alîgirên xwe dikir, rastî êrîşa çekdarî hatibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın