Ethem Emre Özcan,Haydar Şahin
20 Nîsan 2022•Rojanekirin: 21 Nîsan 2022
Rêxistina terorê YPG/PKKyê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li Dirbêsiya navçeya Hesekeyê avêt ser ofîseke Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û ofîs şewitand.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Kurdên mixalif ENKSyê, komeke girêdayî rêxistina terorê PYD/YPG/PKKyê li navçeya Dirbêsiyê avêt ser buroya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) ku di bin sîwana ENSKyê da ye.
Terorîstan bi molotofkokteylan va buro agirdadayî kir.
Hat diyarkirin, hin alavên di ofîsê da şewitîn û agir ji hêla cîranan hat vemirandin.
Hat bibîrxistin ku ev êrîş ne ya ewil e û berî niha jî li dijî ofîsên partiyên endamê ENKSyê êrîşên bi vî rengî hatin kirin.
Terorîstên YPG/PKKyî di 17ê Berfanbara 2021ê da ofîsa ENKSyê ya li Dirbêsiyê şewitandibûn, di 28ê Îlona 2021ê da jî li navçeya Qamişloyê bi molotofkokteylan êrîşî 2 ofîsên ENKSyê û ofîsa saziyeke çapemeniyê kiribûn.
-
ENKS ji 12 partiyên kurdan ên li Sûriyeyê pêk tê û li dijî PYD û polîtîkayên wê yên otokratîk mixalefetê dikin.
ENKS bi fikr, raman, hewl û xebatên xwe nêzî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û lîderê PDKyê jî Mesûd Barzanî ye.
YPG/PKKyê dema bakurê Sûriyeyê dagir kir nehişt ku endamên ENKSyê yên muxalîf xebatên xwe bibin serî, hêzên wan ên çekdar tesfiye kir, gelek siyasetmedarên wan binçav kir û ofîsên wan jî girt.