Hingivê kewaran ê ku li Bidlîsê tê hilberandin ji dervayê welat kiryar dibîne
Bitlis
Hingivê kewaran ê ku li cihên bilind ên Bidlîsê tê hilberandin, tevî bazarên navxweyî ji dervayî welat jî kiryar dibîne.
Mêşvanên ku biharê derdikevin zozanên bilind ên Hîzana navçeya Bidlîsê, ji bo hevsengandina rêjeya ritûbetê, kewarên xwe yên ku ji çiqliyên daran û tepikan yan jî heriyê çêdikin datînin cihê diyarkirî.
Li herêma ku floryaya wê pir dewlemend e, hingivekî resen û organîk tê hilberandin.
Hingivê kewaran ku tehm, aroma û prolîna wê bi qalîte ye, tevî bazarên navxweyî ji dervayê welat jî kiryar dibîne.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingivê Hîzanê Seyithan Ekincî di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da anî ziman ku li gihiştine werza dawîn a berhevkirina hingiv û got, "Li deverên ku bilindahiya wan nêzîkî 2 hezar û 200 mêtre ye, em hingiv didin hev. Hingivê vê derê bi temamî siruştî ye. Hingivê me di nirxê zêr da ye. Me bi saya hingivê xwe yê vê derê di pêşbirkan da, yekemîntiya Ewropayê û duyemîntiya wê bi dest xist."
Ekincî destnîşan kir ku îsal hêvî dikin derdora 800 tonî hingiv hilberînin û got, "Em piraniya hingivê ku li navçeya xwe hildiberînin îxracî welatên Ewropa û welatên Ereban dikin, em tevkariya aboriya welatê xwe dikin. Em wê pêşkêşî bazara navxweyî jî dikin, lê bi taybetî bi hingivê xwe yê kewaran em li bazara derva serdest in. Pirsgirêkên me yên bazarê tunene. Hingivê me ji ber ku qalîteya wê bilind e bala mişteriyan dikişîne."
Ferhat Nacî Ersanê ku li navenda Bedlîsê karê mêşvaniyê dike diyar kir ku ji ber hewa sar bûye dest bi berhevkirina hingiv kirine.
Ersan got, "Hingivê ku me hilberand, li Fransa, Îngiltrereyê, li Kongreya Mêşvaniyê ya Cîhanê ya Apimondiayê xelata 'Hingivê Zêrîn' wergirt. Em bi vê yekê serbilind in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.