Li çiyayên Erzincanê yên bi berf bira pezkoviyan hat dîtin
Erzincan
Li Erzincanê bireke pezkoviyên tên parastin, li serê Çiyayên Munzurê yên heta qederekê di bin berfê da ne, hat dîtin.
Çiyayên Munzurê yên dikevin navbera sînorên Erzincan û Tunceliyê, jîngeha heywanên çolê yên wekî gur, hirçên boz, beraz û pezkoviyan e.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî jî ji bo parastin û zêdebûna populasyona pezkoviyan xebatan dimeşîne.
Pezkoviyên ku li serê Çiyayên Munzurê yên heta qederekê di bin berfê da ne, bi komî xuya kirin, bi dronê hatin kişandin.
Waliyê Erzincanê Hamza Aydogdu dîmenê pezkoviyên li serê çiyayan bi nîşeya "Sibeheke Erzincanê" li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.