Jiyan

Li Hekariyê çiyagerên ku hilkişiyan Çiyayê Cîloyê di bin berfê da xwe gihandin lûtkeyê

Ulaş Güven  | 21.09.2024 - Rojanekırın : 23.09.2024
Li Hekariyê çiyagerên ku hilkişiyan Çiyayê Cîloyê di bin berfê da xwe gihandin lûtkeyê

Hakkari

 Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê çiyagerên ku bi lûtkeya Reşkoyê ya Çiyayê Cîloyê va hildikişiyan tevî barîna berfê xwe gihandin lûtkeyê.

Di çalakiya ku Komeleya Kuluba Werzîşê ya Çandî Ekolojî û Çiyageriyê ya Yuksekovayê li dar xist da, 10 çiyager bi wesayitan çûn quntara Çiyayê Cîloyê ya li navçeya Yuksekovayê.

Koma ku çiyagerên ji welatên biyanî jî di navê da bûn, li wê derê dest bi hilkişînê kir.

Li cihekî nêzîkî lûtkeyê berfê li koma çiyageran kir û tevî berfê û hewaya sar xwe gihandin lûtkeya Reşkoyê ya ku bilindahiya wê 4 hezar û 135 metro ye.

Çiyagerên ku maweyekê li lûtkeyê man û wêne girtin, paşê dest bi dagêrê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın