Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber deriyê DEM Partiyê didomînin

İbrahim Yaldız  | 25.09.2024 - Rojanekırın : 26.09.2024
Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber deriyê DEM Partiyê didomînin

Muş

Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe rûniştinê didomînin.

Malbatên ku her çarşem bi hêviya gihiştina ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin", "Êdî bes e, bestika me berdin" vekirin.

Ji dayikan Gulbahar Teker anî ziman ew ewladê xwe yê ku beriya nuha bi 12 salan hatiye revandin ji DEM Partî û PKKya rêxistina terorê dixwaze û ewê bi biryardarî nobetê bidomîne.

Tekerê got, "Ezê ji vêderê neçim û ez ji wan natirsim. Lanet li wan be. Em naxwazin esker û polîs bên kuştin. Esker jî polîs jî kurên min in, birayên min in, xizmên min in."

Şahînaz Ozcana dayik diyar kir ku maweyeke dirêj e agahî ji kurê xwe hilnedaye û wiha got: "Emê çalakiya xwe bidomînin heta yek ji ewladên me li wêderê nemîne. Ev ne doza Tirk-Kurd e. Em jî Kurd in. Ev çend sal in dayik vê êşê dikişînin. Heyfa me. Atîlla kurê min, heke tu dengê min dibihîzî were, teslîm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın