Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber DEM Partiyê didomînin

İbrahim Yaldız  | 18.09.2024 - Rojanekırın : 19.09.2024
Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber DEM Partiyê didomînin

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya bajêr ê DEM Partiyê çalakiya rûniştinê kir.

Malbatên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.

Dê û bavên ku wêneyên zarokên wan di dest wan da ne, bangî zarokên xwe kirin da ku teslîm bibin.

Serokê Komeleya Astengdarên Mûşî Bedri Korkmaz û yên bi pê ra piştgirî dan malbatan.

Her wiha Halit Altunê ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e diyar kir, 10 sal e ew ji kurê xwe xeberê nastîne û wiha dewam kir:

"Kurê min heger tu sax bî, tu min guhdarî û temaşe dikî, derkeve were. Were cem dê, bav û dewleta xwe. Ew însan ne ji me ne. Ez bangî herkesî dikim, ew der cihê xelet e. Vegerin welatê xwe."

Şahinaz Ozcana dayik jî wiha axivî, "DEM Partî û PKKyê kurê min hilda bir. Ez kurê xwe ji DEM Partî û PKKyê dixwazim. Heta kurê min neyê ez li vir im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın