Nûçeyên analîzê

ANALÎZ - Terorîstên biyanî yên di nav refên YPGyê da

Şervanên biyanî yên ku ji gelek deverên dinyayê hatin û li Sûriyeyê di şer da cih girtin bûn sedema pirsgirêkên girîng.

16.03.2018 - Rojanekırın : 17.03.2018
ANALÎZ - Terorîstên biyanî yên di nav refên YPGyê da

Istanbul

ÎSTANBUL

 Şervanên biyanî yên ku ji gelek deverên dinyayê hatin û li Sûriyeyê di şer da cih girtin bûn sedema pirsgirêkên girîng. Ji gelek deverên dinyayê terorîstên biyanî bi motîvasyonên cur bi cur hatin û li Sûriyeyê tevlî YPGya baskê PKKya rêxistina terorê bûn. Mirov dikare wan wek hezkirên PKKyê yên bi eslê xwe Kurd in, endamên PKKyê, kesên girêdayiyê rêxistinên wek MLKPya komunîst a li Tirkiyeyê, eskerên berê yên ji welatên Rojava, çepgirên radîkal ên ji welatên Rojavayê, maceraperest, tûrîstên şer, kesên psîkopat û kesên xwedî sûc in bijimêre.

Piraniya terorîstên biyanî yên tevlî YPGyê bûn ji kesên bi eslê xwe Kurd in û li derveyê Sûriyeyê dijîn pêk tê. Gelek kesên hezkirên PKKyê yên bi eslê xwe Kurd in û welatiyên welatên wek Iraq, Îran, Tirkiye, Almanya, Hollanda, Belçîka û welatên Ewropayê ne derbasî aliyê YPGyê dibin. Ji ber ku piraniya qadroya rêveberiyê ya YPGyê ji qadroyên PKKyê pêk tê, YPG jî ji hêla PKKyiyên welatiyên Tirkiyeyê ku li Qendîlê hatine perwerdekirin va tê birêvebirin. Ji daneyên herî girîng ên nîşan dide YPGya baskê PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê ye yek jî ew e ku terorîstên PKKyî yên navê wan di lîsteya terorê da qeydkirî ne û welatiyê Tirkiyeyê ne. Ji hêla din va terorîstên biyanî yên bi eslê xwe Kurd in û ji Îran û Iraqê tevlî refên YPGyê bûne jî hene.

Tê zanîn ku têkîliya piraniya terorîstên biyanî yên ji welatên Ewropayê hatine û tevlî YPGyê bûne bi STKyên li ser navê PKKyê li Ewropayê bi destûrên fermî dikarin kar û barên xwe bi rê va bibin ra heye. Mînak wek NAV-DEMa li Almanyayê hat îspatkirin ku bi PKKyê ra têkîldar e, bi tenê li ser navê PKKyê çalakî û organîzasyonan li dar naxe di heman demê da li ser navê PKKyê pere berhev dike û ciwanên bi eslê xwe Kurd in sor dike û dişîne nav PKKyê. Şaxên îstixbaratê yên Almanyayê jî ev xebatên hanê îspatkirin û di raporên xwe da nivîsîn. Tê gotin ku terorîstên biyanî yên ji welatên derva hatine û tevlî YPGyê bûne piraniya wan ji Almanyayê hatine.

Beşa herî zêde ya şervanên biyanî yên tevlî YPGyê dibin jî ji Tirkiyeyê diçin. Gelek welatiyên Tirkiyeyê yên di lîsteyên terorê da qeydkirî ne û ji ser rêxistinên terorê yên çepgir ên mîna MLKPyê diçin û tevlî YPGyê dibin, hene. Li herêmên YPGyê ofîs û kampên perwerdekirinê yên MLKPyê hene. Ew di heman demê da girêdayî YPGyê ye lê bi rêxistinbûna eskerî ya li gor xwe jî kar û xebatan dikin. Mînak di wextê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da terorîstên ku li ser navê MLKPyê li Efrînê cih digirtin hatibûn kuştin û ev agahî ji hêla çavkaniyên YPGyê va jî hatibû piştrastkirin.

Ji welatên Rojavayê jî di nav da terorîstên biyanî yên ku ji welatên Asyayê tên û tevlî refên YPGyê dibin jî hene. Lê hejmara terorîstên biyanî yên ku ji welatên Asyayê tên ji yên welatê Rojavayê tên gelek gelek kêmtir e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.