Nûçeyên analîzê

Gene Cernanê astronotê ku herî dawîn derket hîvê mir

Di daxuyaniya Daîreya Feza û Ezman a Amerîkayê (NASA) da hat diyarkirin ku Gene Cernanê astronotê teqawidbûyî li Houstona DYAyê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, mir.

17.01.2017 - Rojanekırın : 17.01.2017
Gene Cernanê astronotê ku herî dawîn derket hîvê mir

Istanbul

HOUSTON

Di daxuyaniya Daîreya Feza û Ezman a Amerîkayê (NASA) da hat diyarkirin ku Gene Cernanê astronotê teqawidbûyî li Houstona DYAyê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, mir.

Di daxuyaniya NASAyê da wiha hat gotin: "Cernan di 82 saliya xwe da jî hezkirina xwe ya ji bo keşfa fezayê wenda nekir û ciwan û serokên dewletan teşwîq kir."

Cernanê ku di sala 1934an da çêbû di çarçoveya misyona Apollo 17ê ya di 12ê Kanûna 1972yan da bû astronotê 12emîn û dawîn ku derket hîvê.

Cernan beriya ku ji hîvê vegere wiha gotibû: "Em çawa hatin wisa jî vedigerin, hêvî dikim ku ji bo hemû mirovahiyê aştî û hêviyê bi xwe ra bibin."

- Rêça piyên Cernan 44 sal in li hîvê ye

Cernanê ku derket hîvê herfên serî yên zarokê xwe bi tiliyên xwe li ser hîvê nivîsandibû. Ji ber ku li hîvê atmosfer, ba û baran tuneye rêça piyên Cernan 44 sal in li hîvê ne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın