komîsyona etîkê
Seroka Komîsyona Etîkê, Şerîfe Gul OZDEMIR ARIMAN (Parêzer)
Endamê Komîsyona Etîkê, Ertugrul Cîngîl (Derhênerê Weşana Nûçeyên Tirkiyeyê)
Endamê Komîsyona Etîkê, Erdem ERDEMLÎOGLU (Midurê Çavkaniyên Mirovan)
Peywirên Komîsyona Etîkê;
Ji bo ku di Anadolu Agencyê de çanda etîkê çêbibe, ev çand rûnê û bibe desthilat dixebitin,
Ji bo ku xebatkarên Anadolu Agencyê rêbazên tevgera etîk di jiyana xwe ya xebatê de bipejirînin, planan dikin ku perwedeyê bidin û çalakiyan li dar bixin,
Heke ku di nav Anadolu Agencyê de der barê etîkê de pirsgirêk derketibin û derbikevin, komîsyon van pirsgirêkan tesbît dike û ji bo çareseriya wan çi hewce bike divê bike,
Ji bo ku çanda etîkê di Anadolu Agencyê de bibe desthilat û pêbawerî û rûmeta Ajansê li cem gel zêde bibe, xebatan dike,
Rêgezên Etîkê;
a) Duristî
Anadolu Agency di hemû têkilî û feliyetên xwe yên bi kes, sazî û sazgehan re de dev ji rêgeza duristiyê bernade û li gor vê rêgezê wê tevbigere.
b) Alînegirî
Anadolu Agency tu firq û cudahiyê naxe navbera xebatkaran û pêşdaraziyê nake. Bi heman awayî firq û cudahiyê naxe navbera mişterî û kiryarê xwe û ji kiryarên xwe re di çarçoveya wekheviyê de xizmetê dike.
c) Pêbawerî
Anadolu Agencyê di hemû xizmet û feliyetên xwe de li hemberî mişteriyên xwe di çarçoveya helwesta pêbaweriyê de tevdigere û agahiyên ku tên fêmkirin û rast in dide. Li hemberî xebatkar û kiryarên xwe berpirsiyariyên xwe di demê de û bê kêmasî bi cih tîne
d) Şefafî û zelalî
Anadolu Agency der barê xizmet û berên ku dide kiryarên xwe de li ser mikelefî, mifa û rîskan agahiyên zelal dide.
e) Raçavkirina Mifaya Civakî
Anadolu Agency di hemû feliyetên xwe de beriya kara xwe, ji bo raçavkirina mifaya civakî her cure berpirsiyariyên xwe bi cih tîne.