Perwerdehî

Serlêdana Ezmûna Kîfayetê ya Zimanê Tirkî destpê kir

Serlêdana Ezmûna Kîfayetê ya Zimanê Tirkî ku biryar e Enstîtuya Yûnus Emre 5ê gulanê ji bo biyaniyan bike, destpê kir.

Ahmet Aydın  | 22.03.2018 - Rojanekırın : 23.03.2018
Serlêdana Ezmûna Kîfayetê ya Zimanê Tirkî destpê kir

Ankara

ANKARA

Serlêdana Ezmûna Kîfayetê ya Zimanê Tirkî ku biryar e Enstîtuya Yûnus Emre 5ê gulanê ji bo biyaniyan bike, destpê kir.

Li gorî daxuyaniya enstîtuyê, duyemîn Ezmûna Kîfayetê ya Zimanê Tirkî ya ku salê 3 caran tê kirin û di warê xwendin, guhdarîkirin, nîvîsandin û axaftinê de 4 karînên sereke ên zimanî tê pîvandin, wê 5ê gulanê bê lidarxistin.

Serlêdana ji bo ezmûnê heta 20ê nîsanê wê bê qebûlkirin. Namzêdên ku di ezmûnê de serkevin, wê di astên B2, C1, C2 de Bawernameya Kîfayetê ya Zimanê Tirkî bistînin.

Yên ku bibin xwediyê Bawernameya Kîfayetê ya Zimanê Tirkî dema li saziyeke Tirkiyeyê mafê xwendinê bidest bixînin îdî wê ji pola amadekariyê miaf bibin.

Herwiha yên ku dixwazin rêberî û wergêriya zimanê Tirkî bikin divê bibin xwediyê wê bawernameya navborî.

Hûrgiliyên derbarê ezmûnê de di navnîşana "tys.yee.org.tr" hatine belavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın