Serokomar Erdogan: Gelek dewletên Rojavayî hê jî dijî Îsraîlê bêdeng dimînin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Mixabin gelek dewletên Rojavayî hê jî dijî Îsraîlê bêdeng dimînin. Di nava mutefîqên NATOyê da jî dewletên li cem Îsraîlê cî digirin hene. Em niha li Amerîkayê ne û Amerîka jî yek ji wan dewletan e.”
Washington DC
Serokomar Recep Tayyip Erdoganê ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, hevpeyvînek da Keir Simmonsê ji qanala Amerîkan NBC Newsê.
Erdogan di hevpeyvîna xwe da bal kişand ser qetlîamên Îsraîlê yên li Xezeyê û wiha bersiv da pirseke der barê peywendiya Tirkiyeyê ya bi Hemasê ra:
"Em dijî terorîstan in. Lêbelê ez ji wan lîderan im ku Hemasê baş nas dikin. Min tu wextî ji Hemasê ra negotiye rêxistina terorê. Û niha jî ez wekî rêxistineke terorê li Hemasê nanihêrim. Lewra Hemas komeke berxwedanê ye ku hewl dide xaka xwe biparêze. Îja ez ê çawa rabim û ji komeke berxwedanê ya mîna vê ra bêjim rêxistina terorê."
Erdogan bersiv da pirsa têkildarî qewimînên 7ê Cotmehê û bal kişand ku divê êş û elema gelê Filistînê ya berî vê pêvajoyê neyê jibîrkirin û wiha dewam kir:
"Ji salên 1947an heta niha Filistînê xaka xwe ji dest da û hate vê rojê. Dema em pişt perdeyê lêkolîn bikin, mixabin divê mirov wan sedeman baş bizanibe ku rê dan 7ê Cotmehê. Divê mirov wan baş fêm bike. Li vir gelo çiqas Filistînî hatin şehîdkirin, çiqas Filistînî hatin kuştin, dema em pişt perdeya vê lêkolîn bikin, rewş dê bigihîje cihên pir cuda."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.