Polîtîka

"Heta karê me neqede em ji Efrînê dernakevin"

Serokomar Erdogan: "Li Parlementoya Ewropayê der heqê Efrînê da dixwazin em operasyona li wir bidin sekinandin û filan û bêvan."

15.03.2018 - Rojanekırın : 15.03.2018
 "Heta karê me neqede em ji Efrînê dernakevin"

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê beşdarî Merasima Xelatdayînê ya Pêşbaziya Kompozîsyon û Helbestê ya Xwendekarên Lîseyê Destan Dinivîsînin" bû û li vir axivî.

Erdogan diyar kir dijî zimanê me sûîqesta ziman hat kirin û wiha got: "Îro ciwanek Fizûlî, Baqî û Şêx Xalib dayne dera hanê heger Mehmet Akif, Omer Seyfettîn û Ahmet Haşim fehm nake, ev rewş di encama sûîqesta dijî zimanê me da derketiye holê. Bawer dikim ku heyama cînnetê ya ku me bi destê xwe dewlemendiya zimanê xwe xera dikir li paş me maye."

Serokomar Erdogan diyar kir xwestin têkiliya di navbera gel û medeniyeta gel da qut bikin û wiha peyivî: "Bi navê şoreşa ziman Tirkiya me kirin bin bandora peyvên bêbingeh û xwestin têkiliya di navbera gel û medeniyeta gel da qut bikin û heta ji holê rakin. Yanê di rastiyê da temarên me hatine jêkirin."

Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser emilandina peyvên biyanî û wiha axivî: "Mixabin Tirkiya me di serî da înternet di gelek waran da ketiye pêvajoyeke xerabûnê ku nifşên nû jî di bin vê bandorê da ne. Di vî warî da bar dikeve ser milê malbat, dibistan, saziyên çapemeniyê, karsazan û her kesî. Di tabela, nivîsandin û xeberdanê da nexweşiya emilandina peyvên biyanî heye û êdî ji hed boriye."

Erdogan destnîşan kir ku divê tabelayên biyanî bên guherandin û wiha got: "Di serî da ciyên ku tevlî vekirina wan bûme îro ji vir bangî kesên li me temaşe dikin û berpirsiyarên wan mekanan dikim ku tabelayên biyanî biguherînin."

- Ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê ve 3525 terorîst hatine bereterefkirin

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 3525 terorîst hatine bereterefkirin.

Serokomar Erdogan ji bona Operasyona Çiqlê Zeytûnê wiha got: "Heqê Parlementoya Ewropayê tuneye ku ji Tirkiyeyê tu gotinekê bibêje. Hemû gotinên wan bê guhekî me jî wê di yê din ra jî derkeve."

Erdogan der barê helwesta Parlementoya Ewropayê ya li ser Efrînê da wiha xeberda: "Li Parlementoya Ewropayê der heqê Efrînê da dixwazin em operasyona li wir bidin sekinandin û filan û bêvan. Berpirsiyareke jin heye ku ji pêşketinê mesûl e daxwazeke wiha kiriye. Qet hewesê nekin, heta karê me neqede em ji wir dernakevin."

Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Nêzîk e, êdî ev mesele diqede, zêde nema. Alîkariya ji bona Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê nîşan dide ku dema hewce bike gelê me li heftduwelî gef dixwe û xwe nade paş."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın