Polîtîka

"Darazê elemanên xirab paqij kirin û bû yekwicûd"

Serokwezîr Yildirim: "Bi saya keda hiqûqnasên me yên biqîmet di darazê da yekîtî û xebateke serkeftî hat kirin. Di tevahiya teşkîlatê da tevî FETOyê îradeya têkoşîna dijî rêxistinên terorî xurt bû. Darazê elemanên xirab ji nav xwe paqij kirin."

Nihat Kavşut  | 06.03.2018 - Rojanekırın : 07.03.2018
"Darazê elemanên xirab paqij kirin û bû yekwicûd"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di "Merasima Xîmdanînê ya Avahiya Mehkemeya Bilind û Sempozyuma Salvegera 150emîn ya Mehkemeya Bilind" da axivî.

Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir li derekê heger hesta edaletê zirarê bibîne pêşeroja dewletê jî dikeve talûkeyê û got ku edalet temînata azadiyên însanî, aştiya civakî û yekîtiya gel e.

Serokwezîr Yildirim destnîşan kir bi saya keda hiqûqnasên me yên biqîmet di darazê da yekîtî û xebateke serkeftî hat kirin û wiha got: "Di tevahiya teşkîlatê da tevî FETOyê îradeya têkoşîna dijî rêxistinên terorî xurt bû. Darazê elemanên xirab ji nav xwe paqij kirin û bû yekwicûd. Bêguman bi têkoşîna piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê daraz ji wesayeta rêxistinê derket."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın