Polîtîka

"Dema me got 'em bi hev ra terorîstan paqij bikin' hûn li ku derê bûn"

Serokomar Erdogan der heqê hilbijartinên di 2019an da wiha got: "Mesele êdî reqabeta siyasî nîne, mesele pêşeroja gel û dewleta me ye."

Nihat Kavşut  | 20.03.2018 - Rojanekırın : 20.03.2018
"Dema me got 'em bi hev ra terorîstan paqij bikin' hûn li ku derê bûn"

TBMM

ANKARA

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 3 hezar û 647 terorîst hatine berterefkirin.

Serokomar Erdogan der barê daxuyaniya Amerîkayê ya li ser Efrînê da wiha got: "Berdevka Amerîkayê daxuyaniyê dide û dibêje em bifikar in. Dema me qala fikarên xwe dikir û digot werin em terorîsta bi hev ra paqij bikin hûn li ku derê bûn?"

Erdogan der heqê hilbijartinên di 2019an da wiha axivî: "Mesele êdî reqabeta siyasî nîne, mesele pêşeroja gel û dewleta me ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın