Polîtîka

"Ji bo çareseriyeke mayînde divê hişmendiya terefê Rûm amade be"

Serokwezîr Yildirim: "Ji bona ku li Giravê çareseriyeke mayînde çêbe û dewam bike divê terefê Qibrisa Başûr ya Rûm wek hişmendî jê ra amade be."

Nihat Kavşut  | 07.03.2018 - Rojanekırın : 08.03.2018
"Ji bo çareseriyeke mayînde divê hişmendiya terefê Rûm amade be"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Bînalî Yildirim û Tufan Erhurmanê Serokwezîrê Komara Tirk ya Qibrisa Bakur piştî civîna dualî û di nav lijneyan da daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Serokwezîr Yildirim der barê çareseriya li Qibrisê da wiha got: "Ji bona ku li Giravê çareseriyeke mayînde çêbe û dewam bike divê terefê Qibrisa Başûr ya Rûm wek hişmendî jê ra amade be."

Yildirim ji bona ku li Yewnanistanê alaya Tirkiyeyê hat şewitandin wiha got: "Heqareta dijî alaya dewletekê heqareta dijî wê dewletê ye. Ev nayê qebûlkirin. Alaya me rûmeta me ye. Em ji bona wê alayê canê xwe didin û hemû îmkanên xwe seferber dikin. Em kesên ku bêhurmetiyeke wiha dikin muxatab jî nagirin."

Serokwezîr Yildirim ji bona derdestkirina 2 eskerên Yewnanistanê ku ji sînor derbas bûn wiha got: "Zîrekiyeke mezin e ku vê mijarê dibin bi têkiliyên Yekîtiya Ewropayê ra girê didin. Êdî bûye edet ku dema mesleyeke bi Tirkiyeyê ra eleqedar hebe meseleyê dibin ser Yekîtiya Ewropayê û piştgiriyê bigirin. Hewldanên nû yên bi vî rengî têkiliyên me yên bi Yekîtiya Ewropayê ra ne paşva dibin û ne jî pêşva dibin."

Yildirim ji bona xebatên sondajê yên li peravên Qibrîsê wiha axivî: "Heger li derdora Giravê madenên bin erdê bibin derva û li muxataban bigerin di vir da muxateb Başûr û Bakur in. Xebateke ku bi rizaya herdu terefan çênebe ji bona me gef e û wek binpêkirina mafê desthilatdariyê ya Qibrisa Bakur tê nirxandin. Bi destê kîjan terefî bê kirin ferq nake."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın