Fatih Gökbulut
24 Gulan 2026•Rojanekirin: 24 Gulan 2026
Li Saîmbeyliya navçeya Edeneyê di saet 04.26an da bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD), li navçeya Saîmbeyliyê bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 8,6 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Di daxuyaniya ser malpera NSosyalê ya AFADê da jî wiha hat gotin, "Erdheja ku li navçeya Saîmbeyliyê çêbû, li Kahramanmaraş, Osmaniye, Kayserî û Nîgdeyê jî hat hîskirin, piştî erdhejê û heta niha rewşeke neyênî nehatiye ragihandin. Kontrolakirina qadê dewam dike."