Tirkiye

"Em ji îro pê da qada esmanî ji bo Hewlêrê vedikin"

Serokwezîr Yildirim: "Piştî referanduma li bakurê Iraqê me qada esmanî girtibû. Em ji îro pê da qada esmanî vedikin."

Nihat Kavşut  | 23.03.2018 - Rojanekırın : 23.03.2018
"Em ji îro pê da qada esmanî ji bo Hewlêrê vedikin"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Yildirim: "Piştî referanduma li bakurê Iraqê me qada esmanî girtibû. Em ji îro pê da qada esmanî vedikin." 

 Serokwezîr Yildirim ji bona vekirina qada esmanî wiha got: "Ji niha pê da wê ji Tirkiyeyê yan jî ji Ewropayê bona Hewlerê seferên ticarî yên sivîl dest pê bikin. Lê ev tenê ji bona Hewlêrê ye. Ji bona Silêmaniyê tu sefer nayên kirin."

"Tirkiye dewleteke endamê NATOyê ye. Loma jî sînorên NATOyê ji sînorên Tirkiyeyê yên başûr dest pê dike. Em erênî li her cure xebatên hevbeş ku sînorên Tirkiyeyê yên li başûr diparêzin dinihêrin. Amerîka digel hin xeletiyên li herêma Sûriyeyê dîsa jî mutefîqê me ye û hevkarê me yê NATOyê ye. Loma jî me li gor muktesebata NATOyê dev ji projeyên xwe yên pergala parastinê bernedaye. Der heqê patriot û pergala parastinê ya gorî NATOyê da xebatên me wê dewam bikin."

"Der heqê aboriya me da car caran saziyên nirxandinê diaxivin û car caran jî spekulasyon tên kirin, lê tu tiştek tesîrê li ser aboriya me nake. Hemû daneyên makroekonomîk baş in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın