Tirkiye

"Em ê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bibin"

Cîgirseroka Koma HDPyê Beştaş: "Em ê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartina 24ê hezîranê bibin lê ew ê tenê namzedê HDPyê nebe."

Abdullah Tel  | 25.04.2018 - Rojanekırın : 26.04.2018
"Em ê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bibin"

TBMM

MECLIS

Cîgirseroka Koma HDPyê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku HDP wê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bibe û wiha pê da çû: "Em ê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartina 24ê hezîranê bibin lê ew ê tenê namzedê HDPyê nebe."

Beştaşê di civîna çapemeniyê ya li Meclisê da diyar kir ku di rojeva Tirkiyeyê da hilbijartin heye û wiha dewam kir: "Wan bi vê biryara hilbijartinê va tirsên xwe, qurûfînên xwe û tengazeriyên xwe bi eşkere raxistin pêş çavan. Ev hilbijartin wê dawiyê li AKP û MHPyê bîne. Di 24ê hezîranê da wê bersiveke mezin bidin wan."

- "Em wisa plan dikin ku namzedê xwe di rojên pêş me da eşkere bikin"

Beştaşê piştî axaftina xwe pirsên rojnamegeran jê kirin, bersivand û destnîşan kir ku îro civînên wan hebûn û di mijara kişfkirina namzedê serokomariyê da têkilî û nîqaşên xwe didomînin û wiha dewam kir: "Em ê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartina 24ê hezîranê bibin lê ew ê tenê namzedê HDPyê nebe. Ji kesên tên pêşniyazkirin yek jî Demirtaş e lê em ê di rojên pêş me da namzedê xwe bi raya giştî ra parve bikin."

Beştaşê pirsa 'gelo HDP namzediya Meral Akşener a Seroka Giştî ya ÎYÎ partiyê çawa dinirxîne' jî bersivand û got: "Di partiya me da bi tenê Meralek heye ew jî ez im. Di rojeva me da Meraleka din tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.