Tirkiye

"Kesên êrîşî aboriya Tirkiyeyê dikin wê bi ser nekevin"

Serokomar Erdogan: "Ez bangî kesên ku êrîşê tînin ser aboriya me dikim hûn bi lîstikên xwe yên berê çawa bi ser neketin hûn ê niha jî bi ser nekevin"

Nihat Kavşut  | 11.04.2018 - Rojanekırın : 12.04.2018
"Kesên êrîşî aboriya Tirkiyeyê dikin wê bi ser nekevin"

Ankara

ANKARA 

Serokomar Erdogan: "Ez bangî kesên ku êrîşê tînin ser aboriya me dikim hûn bi lîstikên xwe yên berê çawa bi ser neketin hûn ê niha jî bi ser nekevin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di "Hevdîtina Mezin ya Romanan" da axivî.

Serokomar Erdogan der barê gotinên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê ya ji bona Romanan da wiha got: "Kemal Beg dibêje 'Ez hatim ber lingên we, lê Serokomar we bangî ber lingên xwe dike.' Kemal Beg ez di nav xwîşk û birayên xwe yên Roman da çêbûme, ji nav wan derketime û hatime."

Erdogan destnîşan kir ku li Efrînê heta niha 4108 terorîst hatine berterefkirin.

Serokomar Erdogan bal kişand ser operasyonên li nav welêt û derveyî welêt tên meşandin û wiha axivî: "Li bakurê Iraqê 337 û li nav welêt 173 terorîst hatin berterefkirin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku dijî aboriya Tirkiyeyê êrîş tên kirin û wiha got: "Ez bangî kesên ku êrîşê tînin ser aboriya me dikim hûn bi lîstikên xwe yên berê çawa bi ser neketin hûn ê niha jî bi ser nekevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.